Ayşe şan

 

Hakkında

Biyografi

Eyşe Şan (1938 Amed-18.12.1996 İzmîr) stranbêjeke navdar a kurd e.
Di dîroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li diji siyaseta çewt û asimilasyona reş û bi hêza Kemalistan li bakurê Kurdistanê mina şêre jinekê li berxweda Eyşe Şan bû. Eyşe Şanê bi wi dengê xwe yê şilik û nazik, bı wan kılamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anko (şêr şêre çi jin çi mêr e) di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara Tirkiyê xewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturi û çandiyên Kurdan deqideyekê jı serê xwe dernedixistin. Jiyan Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mıjdara sala 1938'an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê dîya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erzromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezına Cibrîyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû. Eyşe Şan Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de teisîrek mezin li ser hesta hunerîya Eyşe Şanê lîstin e, çımki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbıketa di dawîyê de ji aliyê xwedîyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dıkır. Ev e´detê qenc bı hezaran sale ku hê ji dı nava Kurdan de dıdome û bı taybet ji gıregırên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebyata şifahî(devki)ya Kıurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayıka Eyşe Şanê Heciye Xanımê ji carna bı lorikên ku jı wê re dıxwindın, rıha wê ya teji hest û hıssên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.
Dema ku dengbêjên Kurd dı mala bavê Eyse Sanê de lı dora hev dıcıviyan Eyşe Şanê jî jı wan çaxên bi qîmet mıfa werdıgırt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta derîyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Silîvî re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jêre zindî dibûn. Bı deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêşê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Dı vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê mın bı zıman bûna ku jı were behsa wan roj û şevan bıkırana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’ Sala 1958’an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike.
Malbata Eyşe Şanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana Kurdî ye û lı her derê dı nava kom û cıvatên xwebıxwe de bı lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe dıafırine. Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şeri’eta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema jı bavê Eyşe Şanê tê xwestın ku çend stranên xwe lı kompaniyekê tomar bıke, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û kultura paşverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dıxwaze ew ji bı dengê xwe jı cıvata xwe re xızmetekê bıde meşandın. Bûyerek tal di jiyna Eyse Sanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Sewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li E´ntabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyse Sanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê E´ntabê bi zimanê Tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Istembolê û bo cara yekê bi zimanê Kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwedîyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwedîyê her tiştî. Wê ji herçend bı dengê xwe yê xweş dıkari bıbe xwediyê hertışti û pır dewlemend bıbe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkırınê, mafê wê nedıdanê û ew hertim feqir û bêkes bû. Bı salan keda wê hat xwarın, jı bona wê ji Eyşe Şanê jı ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikişandin. Jı aliyekê dın ew bı vê heqiqetê ji hesıyabû ku sistema cumûreyta Tırkiyê hebûna Kurd û Kurdıstanê inkar dıken û zımanê Kurdi ji qedexeye û dema ew lı gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 mılyon Kurdên bakurê Kurdıstanê bê xwarın û pêpestkırın.

Ajouter un commentaire

Vous utilisez un logiciel de type AdBlock, qui bloque le service de captchas publicitaires utilisé sur ce site. Pour pouvoir envoyer votre message, désactivez Adblock.

Créer un site gratuit avec e-monsite.com - Signaler un contenu illicite.